Kaxeza xetên sor ên neteweyî

Latest Posts

Dokument der nationalen roten Linien
charter line rouge
Dokument der nationalen roten Linien
Syrischer Nationalblock und Syrische Verfassungspartei                      Einleitung Die Syrer hatten...
Read More
Ulusal Kırmızı Çizgiler Belgesi
Ulusal Kırmızı Çizgiler Belgesi
Suriye Ulusal Blok ve Suriye Anayasal Parti Giriş Suriyeliler, Beşar Esad rejiminin, yani diktatörlüğün...
Read More
Les lignes rouges nationales
charter line rouge
Les lignes rouges nationales
Bloc national syrien et Parti constitutionnel syrien                                               Introduction...
Read More
Documento de las líneas rojas nacionales
charter line rouge
Documento de las líneas rojas nacionales
Bloque Nacional Sirio y Partido Constitucional Sirio Introducción Los sirios esperaban que el fin de...
Read More
Kaxeza xetên sor ên neteweyî
charter line rouge
Kaxeza xetên sor ên neteweyî
Pêşgotin: Sûrîyan hêvî dikir ku dawîya rejîma dîktatorî ya Beşar Esed dê bibe destpêkek ji bo avakirina...
Read More

Categories

TAGS

şgotin:

Sûrîyan hêvî dikir ku dawîya rejîma dîktatorî ya Beşar Esed dê bibe destpêkek ji bo avakirina sîstemeke siyasî ya piralî û demokratîk li welêt. Lêbelê, hatina desthilatdariyekê bi paşxaneyeke cîhadîst a selefî, ku li ser gelê Suriya yê, hatibû ferzkirin û yekdestkirina desthlatdariya de facto bi her sê desthilatan – cîbicîkar, yasadanîn û dadwerî – bi rêya tiştê ku jê re dihat gotin “”îlana destûrî”  .Hewldana bindestkirin û terorîzekirina civaka Sûriyeyê, tevî pêkanîna komkujiyên mezhebî li deverên peravê û li Siwêdayê, hemî piştrast dike ku desthilatdariya  de facto  ya  niha ber bi, desthilatdariyeke totalîter, “Sultanî” ku li ser bingeha serdestiyê ava buye, ve diçe, berjewendî û nasnameya gelê Sûriyeyê û hewcedariya dewlet, civak û siyasetê ji bo peymaneke neteweyî ya nû ku dewleta neteweyî ya modern û demokratîk ava dike, paşguh dike.

Em, di Bloka Niştimanî ya Sûrî û Partiya Destûrî ya Sûrî (Hds) de, li ser bingeha baweriyeke xurt ku di vê qonaxê de ya ku bangên olî û mezhebî beşek mezin ji gotûbêjên siyasî û medyayî serdest dikin û bangên bi wan re ji bo mezhebîkirina rejîma desthilatdar, an parçekirin, an federalîzma bi zorê, berpirsiyariya siyasî û exlaqî li ser me  ferz di ke, Em ji bo çêkirina komek prensîban xebitîn, ku wekî xetên sor ji bo xebat û têkoşîna me ya hevbeş a neteweyî-siyasî xizmet dikin. Em pabendbûna xwe ya tevahî bi wan re û bicîhanîna bernameyên siyasî, gavên tifaqê û destpêşxeriyên neteweyî yên ku ew ferz dikin radigihînin.

Xetên Sor ên Neteweyî

1- Yekîtiya Dewlet û Axê: Her binpêkirina yekîtiya erdnîgarî û siyasî ya Sûriyeyê xiyaneteke mezin a neteweyî ye. Parçekirin, federalîzasyona bi zorê, an qebûlkirina her dagirkeriyeke biyanî û mafê gelê Sûriyeyê – li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî – ku bi hemû rê û rêbazan li dijî wan bisekine , xetên sor ên ku nayên guftûgokirin in.

2- Nasnameye neteweyî ya yekgirtî: Hemwelatîbûna tam û wekhev bingeha yekane ya aîdiyetê ye û her hewldanek ji bo ferzkirina nasnameyeke mezhebî an neteweyî li ser hesabê nasnameya yekgirtî ya Sûriyeyê bi awayekî kategorîk tê redkirin.

3- Redkirina zorbazî û desthilatdariya totalîter: Di pêşeroja Sûriyeyê de cih ji bo ji nû ve avakirina desthilatdariya takekesî an ewlehiyê tune ye û her desthilatdarî an zorbazîyek ku di bin dirûşmeyên neteweperestî an olî de were veşartin bi tevahî tê redkirin.

4- Redkirina tundrewî û terorîzmê: Krîmînalîzekirina rêxistinên mezhebî û tekfîrî bi hemû şêweyên wan û hesibandina wan wekî dijminekî netewyî, û her wiha her rêxistinek li ser bingeha mezhebî, nemaze yên çekdarî,  Bi kesên ku ol an mezhebê ji bo parçekirina Sûriyê û Sûriyan bikar tînin re ti lihevkirinek çênabe.

5- Edaleta Veguhêz: Bêcezatî nayê qebûlkirin û divê hemû kesên ku sûcên şer an sûcên li dijî mirovahiyê kirine hesab bidin. Lihevhatina neteweyî ne li ser jibîrkirin an tawîzan, lê li ser rastî, edalet û telafîkirinê ava dibe.

6- Mafên mirovan û azadiyên giştî: Her sîstema siyasî ku rûmet û azadiya welatiyan û azadiya raman, derbirîn û baweriyê garantî neke, bi tevahî tê redkirin.

7- Pabendbûna bi serxwebûna neteweyî: Redkirina girêdayîbûna bi projeyên herêmî û navneteweyî yên ku zirarê didin berjewendiyên neteweyî. Her kesê ku li gorî van projeyan dixebite, xwe li derveyî rewatiya neteweyî datîne.

8- Çareseriya siyasî û peymana neteweyî: Ji bo ti desthilatdariyek ku ji deriyê peymana neteweyî, hilbijartinên azad û adil û destûrek ku ji aliyê Sûriyan ve ji bo referandûmê ne wê pêşkêşkirin, derbas nebe, rewabûn tune ye.

9- Edaleta civakî: Redkirina talankirin û yekdestdarkirina dewlemendiya neteweyî û îsrafa sektora giştî ku aîdî gelê Sûriyeyê ye. Nûavakirin ne xenîmeta şer e ji bo desthilatdaran, an xelatek ji bo wane, lê belê mafek dadperwer û wekhev e ji bo Sûriyan.

Leave a Comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Scroll to Top